Kürtlerin ve topyekûn milletin aydınlanması ve ‘’üzerindeki cehalet tozlarını’’ silkmesi için büyük gayret gösteren Bediüzzaman, bu amaçla birçok gazetede makaleler yazmıştır. Bu makaleler içinde Kürtçe olarak yazılmış bir makale de mevcuttur. Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi’nde 1908 yılında yayınlanan bu makale ile Bediüzzaman çok önemli bazı noktalara işaret etmiştir. Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, 5 Aralık 1908’de yayın hayatına başlamıştır. Haftalık olarak yayınlanan bu gazetenin Sorumlu Müdürü ünlü Kürt Şairi Süleymaniyeli Tevfik Bey, başyazarı ise Diyarbakırlı Ahmet Cemil Bey idi. ‘’Şireta Bediüzzeman Mela Seidê Kurdi’’ diye başlayan makaleyi önemine binaen buraya alıyoruz.
‘’Ey Gelî Kurdan! Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de seadet, hukûmetê de selamet heye. Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hun bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin. Yek İslâmiyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduyan insaniyete; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û insaniyeti xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisîyan millîyeta me ye, ku meziyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:Yek feqîrtî ye; Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye. Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek "qazete" nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev 'edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir. Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê 'ewil: Me’rîfet û xwendine.Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê. Û wesîyeta paşî: Xwendin, xwendin, xwendin... Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin...
Mela Seid







